Di çaryeka yekem de henardeya Iraq a ji Tirkiyeyê zêde bû
PeyamaKurd - Ajansa Tekoşîn û Şêwirmendiya Siberoja Aborî ya Iraqê raporta xwe ya bazirganiya Iraq û Tirkiyeyê ya çaryeka yekem a 2024an ji raya giştî re aşkere kir.
Li gor rapora ajansê di çaryeka yekem a 2024an de henardeya Iraqê ya ji Tirkiyeyê, li gorî heyama sala borî ji sedî 32 zêde bûye.
Li gorî daneyên Ajansa Tekoşîn û Şêwirmendiya Siberoja Aborî ya Iraqê, henardeya Iraqê ya di çaryeka yekem a îsal a ji Tirkiyeyê gihîştiye 2,9 milyar dolarî.
Li gorî daneyan piraniya keresteyên vê henardeyê ji xurek pêk hatiye û di rêza duyemîn de jî amûrên teknolojiyê cih girtine.
Ajansa Tekoşîn û Şêwirmendiya Siberoja Aborî ya Iraqê her wiha di derbarê bazirganiya guhertina zêr û pare de jî ragihand ku henardeya zêr ya ji Tirkiyeyê ji sedî 49 û henardeya alavên veguhestinê jî ji sedî 35 zêde bûye.