Ceribandina yekem a boriya neftê ya Kerkûkê bo Ceyhanê hate kirin
PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku ji bo amadekariyên şandina petrolê ya di bendera petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê de yekem ceribandin hatiye kirin.
Herwiha Wezaretê daye zanîn ku boriya neftê ya Kerkûk û bendera Ceyhan a Tirkiyeyê ji sedî sed hatiye temîrkirin û ti pirsgirêkên wê nemane.
Li gorî daxuyaniyê wê di demeke nêzîk de ceribandina duyem jî were kirin û ger ti pirsgirêk çênebin wê di nav du mehan de jî hinartina petrolê bo Tirkiyê dest pê bike.
Hate diyarkirin ku li xeta neftê ya bo Ceyhanê bê şandin 3 parzûngeh hene ku yek li Kerkûkê, yek li Bêjiyê û yek jî li Mûsilê ye.
Hêjayî gotinê ye, bi biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê, ji 25ê Adara 2023yan ve hinartina petrola Kerkûk, Iraq û herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê rawestiyaye. Biryara Dadgehê li ser giliyê Iraqê bo Tirkiyê hatibû derkirin ku heta niha bi milyar dolaran ziyana darayî gihandiye Iraqê.