Li Bedlîsê operasyona tiryakê: Ji 12 gumanbarên hatibûn desteserkirin 11 kes hatin girtin

Li Bedlîsê operasyona tiryakê: Ji 12 gumanbarên hatibûn desteserkirin 11 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji 12 şikbarên ku li Bedlîs û Wanê di operasyonên li dijî bazirganên tiryakê de hatibûn desteserkirin 11 kes hatin girtin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê de wiha hat gotin: "Di navbera 16-23ê Nîsanê de li Bedlîs, Batman û Wanê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Bedlîs û Guroymakê li dijî tiryakfiroşan operasyon hatin lidarxistin."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji 12 şikbarên ku di operasyonên ku bi piştgiriya tîmên tevgera taybet hatin kirin de 11 kes ji aliyê edliyeya ku sewqî dadgehê hatin kirin de hatin girtin û gumanbarek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 2 heb û 25 fîşek hatin bidestxistin.