Ji bo 'Hevserokatiyê' cara ewil ceza hat dayîn!

Ji bo 'Hevserokatiyê' cara ewil ceza hat dayîn!

PeyamaKurd – Di doza ku li Diyaberkirê derbarê pêkanîna sîstema hevserokatiya DEMê ya li şaredariyan de hatibû vekirin de cara yekem ceza hat dayîn.

Di doza ku li Diyarbekirê bi pêkanîna pergala hevserokatiyê ya di şaredariyan de ku ji aliyê partiyên siyasî yên ku Partiya DEMê berdewama wan e bi awayekî fermî hat sepandin, cara ewil ceza hate birîn.

Seyît Narîn ê ku di hilbijartinên herêmî yên 10 sal berê li navçeya navenda Sûrê ya Diyarbekirê pêk hat de ji DBPê hat hilbijartin. 1 sal cezayê girtîgehê yê 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ku di Cotmeha sala borî de lê dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Diyarbekirê ve hat erêkirin.

Cara ewil ceza hat dayîn

Li gorî nûçeya Ferît Aslan a ji CEGA Medyayê, Seyît Narîn bû yekemîn şaredar ku ji ber “îstîsmara îqtîdarê” hat cezakirin û ji ber ku pergala hevserokatiyê pêk anîbû, cezayê wî hat erêkirin.

Berê jî bi hincetên bi vî rengî derbarê gelek kesên ku di nav wan de Hevşaredarê berê yê Dêrsîmê Mehmet Alî Olma jî heye doz hatibû vekirin, lê beraat kiribûn.