Nasnameyên 3 PKKyiyên li Metînayê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin

Nasnameyên 3 PKKyiyên li Metînayê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin

PeyamaKurd – HPGê nasnameya 3 endamên ku di Îlona 2022an de li herêma Metîna jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Baskê leşkerî yê PKKê HPGê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Îlona 2022an de 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku endamên HPG'ê li herêma "Girê Colemêrg" ku PKKê jê re dibêje "Herêmên Parastina Medyayê" û li Metîna ya Herêma Kurdistanê ye jiyana xwe ji dest dane û nasnameya wan hat eşkerekirin.

Hat ragihandin ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane Orhan Demir bi nasnavê kod "Qehreman Murat" ê li Riha-Hîlwanê ji dayik bûye, Muhammed Direwş bi navê kod "Rûbar Xemgîn"ê li Rojhılat-Makuyê ji dayik bûye û Muhammed Heliç bi navê kod "Firaz Artêş"ê li Kobaniyê ji dayik bûye. .

Hat ragihandin ku Orhan Demîr di sala 2011an de, Muhammed Direwş di sala 2015an de û Muhammed Helîç di sala 2017an de tevlî rêxistinê bûne.