Balafirên şer ên Tirkiyê gundekî Amediyê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Çarşemê balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Sergelê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Li gorî ragihandina muxtarê gundê Sergelê Nizra Mihemed, cihê bombebaranê li derveyî gund bûye û ti ziyanên canî çênebûne.
Muxtarê gundê Sergelê ji K24ê re gotiye, ji ber ku bombebaran gelekî nêzî gundê wan bûye, gundî bi nîgeran in û ditirsin.
Muxtarê gund diyar kir, ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, ew navçe bi berdewamî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.