Kerkûk | Artêşa Iraqê dirûtina erdên cotkarên Kurd qedexe kir

Kerkûk | Artêşa Iraqê dirûtina erdên cotkarên Kurd qedexe kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî erebên hawirde li sînorê nehiyeya Sergeran a parêzgeha Kerkûkê êrîşî ser cotkarekî kurd kirin û rê li ber dirûtina erdê wî girtin artêşa Iraqê jî dirûtina erdan qedexe kir.

Li gorî zanyariyan, şeva borî erebên hawirde çûn ser cotkarekî kurd ê bi navê Xesrew Cemîl û rêgirî li wî kirin û nehiştin dirûnê bike, piştre şer derket.

Li gorî çavkaniyên deverê piştî ketina navberê rewş aram bûye, lê îro 28ê Nîsanê fermandariya firqeya 8 a artêşa Iraqê hemû awayên dirûtina erdan li cotkarên kurd qedexe kir.