ANALÎZ | Ji bo Îran bê rawestandin divê bedelên giran bide

ANALÎZ | Ji bo Îran bê rawestandin divê bedelên giran bide

PeyamaKurd – Piştî êrîşa komên milîs ên wekîlên Îranê ya 28ê Çileyê bi ser baregeha Tower-22 ya Amerîkî li Urdinê de, hêzên Amerîkayê jî ji hefteya borî ve dest bi bersivdana êrîşên milîsên Îranê kirine.

Wekî bersiva êrîşên komên milîsên alîgirên Îranê yên bi navê Berxwedana Îslamî ku bi taybet jî koma Hizbullaha Iraqê berpirsiya wan êrîşan li xwe digre, pêşî hefteya borî bi balafirên şer wekî raunda yekem, li Iraq û Sûriyê binke û baregehên komên girêdayî pasdarên Îranê hatin armanckirin û nêzî çil milîs jî li gorî ragihandina medyayên nêzî Îranê, di wan êrîşan de hatin kuştin.

Herî dawî jî şeva 7ê Sibatê balafireke bêmirov a Amerîkî li Bexdayê otomobîleke fermandarê Ketayîb Hizbullah a girêdayî Heşda Şeibî hedef girt û tevî wî fermandarê pilebilind Ebu Bakir es-Saadî 3 kes hatin kuştin. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîş bersiva êrîşên ser hêzên Amerîkî ye û ew fermandarê hatiye kuştin jî plangerê êrîşên ser hêzên Amerîkî bûye..

Di mehekê de 250 êrîş hatin kirin

Li gorî amaran tenê di meha Çileyê 2024an de, komên wekîlên Îranê bi qasî 250 êrîş li ser binkeyên hêzên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê pêk anîne û niha bersiva van êrîşan ya Amerîkayê di raya giştî ya amerîkî de tê nîqaşkirin û tê gotin ku, nîşaneyên bersivên destpêkê zêde hêviyê nadin.

Li gorî analîza Atlantic Concil ku ji aliyê balyozê berê yê Amerîka û kordînatorê têkoşîna dijî terorê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Nathan Sales ve hatiye kirin de, divê Koşka Spî bedelên hîn girantir bi Îranê bide dayîn daku wê rawestîne.

‘Koşka Spî wekî tercîh nexwest rageşiyê zêde bike’

Nathan Sales dibêje;  Rêveberiya Washingtonê beriya êrîşê hedefên girêdayî Îranê bike, dema daye wan ku kesayetên girîng û hêzên xwe dûrî herêmê bike ku ev tercîheke nexwestina zêdekirina rageşiyê bû.

Sales dide zanîn, “Amerîkayê di êrîşên xwe de, kesên pilebilindên Sûpaya Pasdarên Îranê hedef negirtiye û li nav Îranê jî li ti armancekê nexistiye. Lê di vê navberê de Îranê xwe ji êrîşên mezintir re amade kiriye. Ji bîr nekin ku Îranê hewl da li nav erdên Amerîkayê jî rayedar û çalakvanên Amerîkî bi sûîqestan bike armanc.”

Di êrîşa milîsan de 6 şervanên Kurd hatin kuştin

Di nirxandina Atlantic Concilê de Sale bal kişand ser ku milîsên Îranê hefteya borî li baregeha Sûriyê ya Amerîkayê xistine û 6 şervanên Kurd ên hevpeymanên Amerîkayê di wê êrîşa dronî de hatine kuştin.

‘Divê Amerîka li hedefên girîng ên Tehranê bixe’

Dawî destnîşan dike, ger Amerîka bixwaze Îranê bide rawestandin, divê bedelên giran bi Tehranê bide dayîn û li hedefên ji bo Îranê xwedî girîngî ne bixe. Lê hê jî nîşaneyên ku Amerîka dilxwazê lêdana hedefên girîng ên Tehranê ye tune ne.