ANALÎZ | Êrîşa Urdinê: Gelo Amerîka ber bi şerekî nû ve tê kişandin?

ANALÎZ | Êrîşa Urdinê: Gelo Amerîka ber bi şerekî nû ve tê kişandin?

PeyamaKurd - Êrîşa Urdinê ya ser baregeha Amerîkî tenê beşa dawî ya şerê neragihandî yê 5 salên dawî bû ku li gorî nirxandinên pirsporên Rojhilata Navîn, tirsa wê yekê heye ku Amerîka bersiveke tund bide.

Weşana navend Qeter Al Jazzeera bi navê Îbrahîm Al Marashî li ser êrîşa dawî ya 28ê Çiliyê 2024an a milîsên Îranê bi ser baregeha Amerîkî de, ku 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û 34 jî birîndar bûn, analîzek belav kir.

Di analîzê de hatiye bibîrxistin, koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku gelek komên milîsên şîe yên wekî Ketayîb Hizbullah û Tevgera el Nuceba yên Îran piştevana wan e, berpirsiya êrîşa ser baregeha Amerîkî li xwe girtiye.

Êrîşa Urdinê xeleka dawî ya şerê bi Amerîkayê re ye

Beriya wê êrîşê jî li gorî nûçeyên medyayî, tenê ji cotmeha 2023yan ve, 66 êrîş li Iraqê, 98 li Sûriyê, 165 êrîş li ser baregeh û binkeyên hêzên amerîkî hatine kirin ku dibe ev hejmar hîn zêdetir be jî.

Di analîzê de hatiye gotin ku li gorî rayedarên Amerîkî hejmara êrîşên milîsên Îranê yên têne pêşbînîkirin hîn zêdetir be jî.

Lê belê êrîşa 28ê Çileyê ya bi dronên bombekirî li ser baregeha Amerîkî ya sînorê Urdinê, tenê xeleka dawî ya şerê neragihandî yê 5 salên dawî ya komên milîs a bi Amerîkayê re bû.

Êrîşên milîsên Îranê piştî biryara Trump dest pê kir

Zêdetirî 6 sal berê di Cotmeha 2017an de, piştî ku serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump, vekişîna ji Bernameya Nukleerî ya ligel Îranê ragihand, dihat pêşbînîkirin ku komên milîsên piştevanên Îranê li herêmê dest bi êrîşên ser hêzên Amerîkayê bikin.

Piştî wê biryarê bi demekê jî êrîşan dest pê kir ku ji ber teknolojiya pêşketî ya parastinê û balafirên bêmirov ên Amerîkayê, di wan êrîşan personel û leşkerên Amerîk windahî nedidan, lê yên di êrîşan de dihatin kuştin tev aliyê Iraqê bûn. Amerîkayê ew êrîşên wê demê bi hêsanî beralî kirin û ruxandin.

Ji xwe mebesta wan êrîşan jî ne ku kuştina hêzên Amerîkî bû, lê tacîzkirina wan bû.

Tirsa ku pevçûn ji kontrolê dekevin heye

Ddi sala 2019an de, di êrîşeke Ketayîb Hizbullah a ser baregeheke leşkerî ya Amerîkî de, karmendekî artêşa Amerîka yê tercumanî dikir hate kuştin.

Bi vê windahiya yek kesî re tansîyon bilind bû û bi biryara Trump, di Çileyê 2020an de, Serokê milîsên Iraqê Ebû Mehdî Muhendî û Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê, weke bersiva êrîşa milîsan bi sûîqestê ji aliyê Amerîkayê hatin kuştin.Ev jî bû sedem ku tirsa Şerê Sêyêm ê Cîhanê çêbibe.

Lê niha ne yek 3 windahiyên Amerîkayê hene û dema em zêdebûna pevçûnên komên milîsên Îranê bidin ber çavan, careke din tirs zêde bûye ku wê Amerîka bersiveke tund bide êrîşa Urdinê ya ser hêzên xwe ku pevçûnan ji kontrolê derxe.

Fişareke mezin a navxweyî li ser Rêveberiya Biden heye

Helbet nayê pêşbînîkirin ku Joe Biden bersikeve weke ya Trump bide Îranê, lê ji ber nêzbûna hilbijartinên seroktiyê, rêveberiya Biden di bin fişareke tund a navxweyî de ye.

Biden her çi biryarê bide jî, wê ti carî nikaribe Komariyên ku dixwazin rasterast Îranê hedef bigirin û heta Tehranê jî bombebaran bikin, tetmîn bike.

Trumpê ku dîsa namzedê seroktiyê ye, çend roj berê got, "Ez serok bûma ew êrîş ti carî pêk nedihat, heta şansê wê jî nebû. Heman wek êrîşa Hemas a Îran piştevaniya wê dike ya ser Îsraîlê, şerê Ukraynayê ti carî rû nedida. Wê dinya di aştiyê de bûya, lê niha em pir nêzî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne.”

Berî hilbijartinên seroktiyê Biden neçar e gavên tund bavêje

Serokê Amerîkayê Joe Biden di rewşeke wiha de ku niha Amerîka û Îranê li Rojhilata Navîn di şerê wekaletê de ye, di erefeya hilbijartinên krîtîk de, neçar e gavên tund bavêje, daku lewaz neyê dîtin.

Lê belê gefa herî mezin a li Rojhilata Navîn ne ji hêzên wekîl ên Îranê tê ku heta niha di êrîşan de, kêm caran hedefên xwe pêk anîne.

Gefa herî mezin a rageşiyê ji fişar û givaşên naxweyî yên Amerîkayê tê, tê xwestin rêveberiya Amerîkayê, bertekeke ku tevahiya herêmê bixe nav agir nîşan bide.