YE bo hilbijartinên Kurdistanê: Divê azad, dadperwerane û şefaf bin

YE bo hilbijartinên Kurdistanê: Divê azad, dadperwerane û şefaf bin

PeyamaKurd- Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Thomas Seiler ku li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi berpirsên Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin ragihand ku ew jî wekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) difikirin ku “Divê hilbijartin bi awayekî azad, dadperwerane û şefaf bin û li tevaya Herêma Kurdistanê bên kirin”.

Piştî civîna ligel Serok Barzanî Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Seiler ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “Birêveçûna proseya hilbijartinên Parlemana Kurdistanê girîng e û divê aliyên siyasî pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin”.

Balyozê YEyê got: “Yekîtiya Ewropa ji bo dayîna şêwrê ji proseya hilbijartinên Parlemana Kurdistanê re amade ye. Em dixwazin siyasî çareseriyên kêşeyan di nav xwe de peyda bikin. Bizavên me yên diplomatîk bi UNAMIyê re li ser vê yekê berdewam in û em dixwazin alîkar bin. Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê girîng in ji ber ku bê hilbijartin û hikûmeta nûhilbijartî mimkun nîne çaksaziyên rastîn bên kirin”.

Thomas Seiler da zanîn: “Min daxwaz ji hemû serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye ku pirsgirêkan çareser bikin û hilbijartinan bikin. Ev du sal in ku hilbijartin hatine rawestandin, ne du heftî ne. Eger hilbijartin neyên kirin, dê bandor li ser bingeha demokrasiya Herêma Kurdistanê hebe”.

Hêjayî gotinê ye, Serok Barzanî jî di hemû hevdîtinên xwe yên bi berpirsên welatan re de dibêje; PDK bi hilbijartinan re ye û PDK bi xwe pêşenga demokrasiyê û kirina hilbijartinan e. Serok Barzanî destnîşan dik, “Divê hemî kêşe û berbestên di rêya hilbijartinan de bên çareserkirin û hilbijartin bi awayekî şefaf û dadperwerane û dûrî dîzaynên pêşwext bên kirin”.