Serokwezîr Barzanî: Me bi Serokomarê Tirkiyê re civîneke berhemdar pêk anî

Serokwezîr Barzanî: Me bi Serokomarê Tirkiyê re civîneke berhemdar pêk anî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku li ser geşepêdana peywendiyên dualî û gelek mijarên herêmî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civîneke berhemdar pêk anîne.

Serokwezîr Barzanî li ser platforma Xê ya medyaya civakî behsa serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Me li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir. Ez kêfxweş im ku me civîneke berhemdar li ser pêşxistina têkiliyên dualî û gelek mijarên herêmî pêk anî."