Revenda Kurdistanî: Hêrişên nîjadperestî yên Belcîkayê nayên qebûlkirin

Revenda Kurdistanî: Hêrişên nîjadperestî yên Belcîkayê nayên qebûlkirin

PeyamaKurd - Konfederasyona Revenda Kurdistanî di derbarê hêrişên nijadperestî yên Tirk ên li dijî Kurdan ên li Belcîkayê daxuyaniyekê belav kir û hêrişan bi tundî riswa kir.

Revenda Kurdistanî hêrişên li dijî Kurdan wek "Hêrişên nîjadperestî" pênase kir û got: "Li paytexta Ewropayê rûdanên wiha nayên qebûlkirin.”

Li bajarokê Heûsden-Zolderê yê Belçîkayê komeke 25ê Adarê nijadperstên Tirk hêrişî malbatên Kurd ên ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan kiribûn.

"2 endamên me birîndar bûn"

Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê hêrişan de ve agahî dan:

“Komeke ciwanên Kurd, bi ala Kurdistanê û bi cil û bergên kurdî, ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê bi otomolêlan li kolanên bajarê Lovenê xwepêşandin kirin. Ev yek bûbû egera wê yekê ku nijadperestên Tirk bavêjin ser mala malbateke Kurd û herişî wan bikin. Malbat ji aliyê polêsên Belcîkî ve ji nijadperestan hatibûn parastin.

Di wê hêrişê de camên pencereyên xaniyê wê malbatê hatibûn şikestin û malê ziyan dîtibû. Ev bûyer li Lovenê derbazî bajarên wekî Hassel û Brukselê jî bû. Ev çend roj in herişên komên tundrew ên Tirk, her berdewam dikin. Di van herişan de 2 endamên navenda me ya Belcîkayê ji birîndar bûn.”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî diyar kir ku di çareserkirina hemû cure nakokiyan de bikaranîna tundûtûjîye red dike û metodên demokratîk û aştiyane di hemû xebat û çalakiyên xwe de ji xwe re esas digire.

“Êrişkirina dukanan xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî amaje bi wê yekê kir ku pîrozkirina Newrozê mafekî rewa yê gelê Kurd e û got: “Mafê ti kesî jî tune pêşî li pîrozkirina Cejna Newrozê bigire. Em hêrişên nijadperestan ên li ser Kurdan şermezar dikin û dibêjin ku li paytexta Ewropayê rûdaneke wiha nayê qebûlkirin.

Di heman wext de ku Kurdên niştecihên Belçîkayê jî divê nerazîbûna xwe li hemberî êrişên nijadperestan, li gorî qanûn û yasayên Belçîkayê nîşan bidin. Hêrişkirina dukanan û derdorên xwe, xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake, belkî xizmeta nijadperestan bike. Divê ciwanên Kurd ji metodên tund û tûjiye dûr bin û zemînê ji nijadperestan re xweş nekin. 

Wekî her milletekê, Kurd jî mafê xwe heye, bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi kultur û kevneşopiyên xwe cejnên xwe yên neteweyî û olî pîroz bikin. Kurd her tim aştîxwaz bûne û dê her berdewam be di aştîxwazbûnê de. Loma, em bangî malbatên Tirkan jî dikin ku zarokên xwe ji bikaranîna tund û tûjiya li dijî Kurdan, dûr bixin!

Em bangî hukumet û hêzên ewlehiya Belçîkayê jî dikin ku mecal nedin grûpa tundrew a Tirk ku êrişî Kurdên niştecîhên Belçîkayê bikin. Bila hêrişkar û provakator bên girtin û bên cezakirin.”