Reşîd û Barzanî encamên serdana Erdogan gotûbêj kir

Reşîd û Barzanî encamên serdana Erdogan gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna îro 28ê Nîsanê ya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civînê de serdana Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan a Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramiyê, teşwîqkirina bipêşxistina sektora aborî û xizmetguzariyan, piştevaniya bernameya hikûmeta federal û diyalog û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin.

Barzanî û Reşîd daxwaza bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serkeftina diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên anîn ziman.

Hate diyarkmirin ku di hevdîtinê de serdana Serokwezîrê Iraqê ya Amerîkayê û serdana Serokomarê Tirkiyeyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê û encamên van serdanan hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser bingeha destûrê pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê çareser bike.

Reşîd jî bal kişand ser girîngiya berdewamiya danûstandinên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Herwiha di civînê de Barzanî û Reşîd êrîşa li Qada Gazê Kormorê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin û wekî metirsiyeke li ser serwerî û aramiya welêt nirxandin.