Qada gazê ya Kor Morê rastî êrîşeke moşekî hat

Qada gazê ya Kor Morê rastî êrîşeke moşekî hat

PeyamaKurd - Hate ragihandin îro 26ê Nîsanê danê êvarê bi ser qada gazê ya Kor Mor de ku li nehiyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ye êrîşeke moşekî hate kirin.

Rêveberê nehiyeya Qadir Kerem, Sadiq Mihemed piştrast kir ku qada gazê ya Kor Morê bi moşekan hatiye armanckirin. 

Derbarê ziyanên êrîşê de hîn ti agahiyên berdest nehatine.

Beriya niha jî gelek caran qada gazê ya Kor Mor rastî êrîşên moşekî hatibû ku tê texmînkirin ev êrîşa dawî jî ji aliyê komên çekdarên Îran piştevaniya wan dike ve hatibe encamdan.