Nêçîrvan Barzanî: Serdana Erdogan a dîrokî di demeke hesas de pêk tê

Nêçîrvan Barzanî: Serdana Erdogan a dîrokî di demeke hesas de pêk tê

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a Iraq û Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û got, serdana Erdogan dîrokî ye û di demeke hesas de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser medya civakî Xê li ser serdana Erdogan wiha got: “Serdana dîrokî ya Serok Recep Tayyîp Erdogan rastî demeke krîtîk a herêmê tê. Ev serdan pêwendiyên bihêz ên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Tirkiyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan dide. Ez li bendê me ku Erdogan li Hewlêrê pêşwazî bikim û em li ser mijarên wekî aştî, aramî û bipêşketina aborî biaxivin.”

Erdogan, îro 22yê Nîsanê li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin û piştre ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya.

Wê Erdogan piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re jî bicive.