Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkî kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkî kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 9ê Gulanê pêşwazî li Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan Azra Ziba û şanda ligel wê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîneka ku Balyoza Amerîkayê ya Iraqê û hejmareke berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê tê de amade bûn de, tekezî li ser parastina mafên mirovan û berdewamkirina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê hat kirin. Di civînê de, danûstandin li ser rol û bandorên rêxistinên nehikûmî di civakê de û rewşa koçber, penaber û pêkhatan jî hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hin têbînî û kêm û kasiyên di warên mafên mirovan û azadiyan de li hev guhertin û li ser giringiya berdewamkirina alîkariyên hevpar ên aliyên peywendîdar ên her du aliyan ji bo baştirkirina wan waran li Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, herwiha tekezî li ser berdewamkirina nirxên hevpar û parastina mafên pêkhatên neteweyî û dînî kir”.

Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê pesnê ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û pirrengiyê li Herêma Kurdistanê da û da xuyakirin, welatê wan ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê pêxemetî berdewamkirina warên mafên mirovan û azadî û demokrasiyê û rolê qanûnê piştevaniya Herêma Kurdistanê dike weke hevpareke girîng a Amerîkayê.