Nêçîrvan Barzanî gihîşte Tehranê

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Tehranê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bi vexwendina fermî gihîştin paytexta Îranê Tehranê. 

Frokeya ku Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re tê de bû,di demjimêr 18.30an de gihîşt Frokexaneya Navneteweyî ya Tehranê.

Seroakê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Elî Beg û hin ji berpirsan ve hat pêşwazîkirin.

Endamên çapemeniyê yên ku serdana Barzanî ya Îranê dişopînin ragihandin ku îro ti bernameyeke fermî ya hevdîtinî ya Serokê Herêma Kurdistatnê tune ye. Hate ragihandin ku wê civênên fermî yên Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re yên bi rayedarên Îranê re sibê dest pê bikin. 

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî wê li gel berpirsên payebilind ên Îranê gelek mijaran gotûbêj bike.