Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê Rojnamegerî bi temamî azad e

Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê Rojnamegerî bi temamî azad e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 3yemîn Dîdara Navneteweyî ya Rojnamegeriyê ya bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî de destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê ragihandin bi tevahî azad e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêbend e ku di çarçoveya yasayî de ji bo rojnamevanî û azadiya derbirînê jîngeheke guncav dabîn bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dilxweşiya xwe beşdariya dîdara rojnamegeriyê anî ziman û wiha peyivî:

"Ez dilxweş im ku di vê dîdara rojnamegeriyê de bi we re me. Bi taybetî bi xêrhatina hemû rojnamevan û medyakarên ku ji bo beşdarî vê dîdarê bibin ji çar aliyên cîhanê hatine dikim. Hûn bi xêr hatine. Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim û hêvîdar im ku encam û pêşniyarên vê dîdarê di xizmeta pêşketina karê rojnamegeriyê de bin.

Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezirandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê

Herwiha bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî hemû rojnamevanên Kurd dikim û hêviya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan dixwazim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem bi rêz û pêzanîn bi taybetî di warê hişyarkirina civakê, gihandina zanyariyên rast, destnîşankirina kêmasî û binpêkirinan û piştgiriya pêvajoya çaksaziyê de li rola giring a rojnamevanan û pîşeya rojnamevaniyê dinêre ku bi awayekî pîşeyî û berpirsyarî erk û peyamên xwe yên rasteqîn di çarçoveya yasa û etîka rojnamevanî û pîvanên navneteweyî de cîbicî bikin. Bi vî awayî jî weke desthilata çarem, rojnamevan alîkarên gring ên saziyên hikûmetê ne û ji bo pêşdebirina civak û welatî bi hev re kar dikin.

Li Herêma Kurdistanê karê ragihandinê bi temamî azad e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pabend e ku di çarçoveya yasayî de ji bo rojnamevanî û azadiya derbirînê jîngeheke guncaw dabîn bike.

Cihê dilxweşiyê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê yasayeke pêşkeftî ya rojnamevaniyê ye û ji ber karê rojnamevanî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê gelek baş bipêş ketiye.

Azadiya Rojnamevaniyê li Kurdistanê giheştiye astekê ku ne hezên Herêma Kurdistanê berdewam di hewla bi xirabî bikaranîna vê azadiya ne ku li navçeyê kêm e, ev jî bo lêdana li binemayên demokrasî û qewareya Kurdistanê ku bi navê rojnamegeriyê, kesin dijayetiya Herêma Kurdistanê dikin.

"Bila ev pîşe nebe sekoyek bi xerabî bikaranîna azadiya ragihandin û derbirînê"

Ez bang li rojnamegerên birêz, sendîka û rêxistinên taybet ên bi rojnamegeran dikim ku rê nedin ev pîşeya girîng bibe sekoyek bi xerabî bikaranîna azadiya ragihandin û derbirînê.

Destxweşiyê li Komîteya Cenderî ya Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî dikim ku Hewlêr ji bo encamdana vê dîdarê hilbijartiye. Hêvîdar im ev pêngav bibe derfetek ji bo pêkanîna kar û projeyên hevbeş ên li gel Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê.

Derbarê mijara sereke ya dîdarê de, ku taybet e bi parastina rojnamevanên jin ji cudahiya regezî û zayendî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo nehîştina hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin û nehîştina her tundûtûjî û cudakariyên ku li wan tê kirin, li gel Sendîkaya Rojnamegeran û hemû aliyên peywendîdar hevahengî û hevkariya pêwîst bike. Di vî warî de ji bo bidawîkirina hemû astengiyên li pêşiya rojnamegerên jin ta ku bikarin erkê xwe bi awayekî pîşeyane bicih bînin her çi pêwîst be li ser hikûmetê dike.

Di dawiyê de, dubare Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz be û hêviya serkeftinê ji bo karên vê dîdarê dixwazim.

Her şad û serkeftî bin."