Li Rojava kesên çekdar buroyên ENKSê û ala Kurdistanê şewitandin

Li Rojava kesên çekdar buroyên ENKSê û ala Kurdistanê şewitandin

PeyamaKurd – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku ofîsên PDKS û PYDKê li Qamişlo ji aliyê komên çekdar ve hatine şewitandin. Rêveberiya Giştî ya Rojava ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat ragihandin ku doh êvarê baregehên Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) li Qamişlo ji aliyê komên çekdar ve hatin şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ala Kurdistanê ya li ser banê ofîsa PDKSê li navçeya Tirbespiyê jî hatiye şewitandin.

PDKSê di daxuyaniya xwe de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji êrîşê berpirsyar dît.

Rêveberiya Giştî ya Rojava ragihand ku ofîs ji aliyê "komên nenas" ve hatine şewitandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

“Ev ne cara yekem e”

Derbarê mijarê de endamê Komîteya Navendî ya PDKS Nafî Ebdullah daxuyaniyek da û got, “Êvara berê endamên Koma Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PYDê avahiya me ya li rojhilatê Qamişlo şewitandin. Ev kiryarên xerab in û xizmetê ji dijmin re dikin, ne lihevhatina di navbera Kurdan de.”

Sekretera PYDKê Fesla Yûsif di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotiye, “Êrîşên li ser ofîsên me ne yên yekemin. Demek berê li Hesekê jî buroya me şewitandin. Biroya Qamişlo cara duyemîn tê şewitandin.

Yûsif herwiha diyar kir ku êrîşên berê ji aliyê Koma Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PYDê ve hatine kirin.