Li navça Bismil a Amedê pevçûna çekdarî çêbû: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Bismilê li taxa Firatê di navbera du malbatan de ku berê navbera wan xweş nîn bû munaqeşe derket û paşî bi çekan li hev xistin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn û rewşa yekî ji wan xedare.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û polîsan ku diçin ciyê bûyerê. Birîndar V.Ç. (25) û M.M.Ç. (41) dibin nexweşxana dewletê ya Bismilê. Ji ber rewşa M.M.Ç. girane wî dibin neşweşxana Zanko ya Diclê.
Li ser bûyerê lêpirsîna polîs dewam dike.