Li Kurdistanê tozê asîman dagirt: 120 kesan rakirin nexweşxaneyan

Li Kurdistanê tozê asîman dagirt: 120 kesan rakirin nexweşxaneyan

PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistan û Herêma Kurdistanê, ji ber bayê tozê asîman zer bûn. Ji ber zêdebûna tozê ya di hewayê de bajarên Amed, Mêrdîn, Şernex, Duhok, Urfa û gellek bajarên din, jiyan ta astekê asê bû.

Hate ragihandin ku li Duhok û Zaxoyê, ji ber toza zêde 120 kes ji ber bêhntengbûnê rakirine nexweşxaneyan.

Her wiha li Amed, Mêrdîn, Urfa û navçeyên wan, ji ber toza zêde mesafeya dîtinê pir kurt bû.

Rêvebirê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê Dr. Segvan Doskî ragihand ku ji ber ji tozê zêde bi bandor bûne, li Duhokê heta niha 100 kesan rakirine nexweşxaneyan.

Doskî got: "Niha tenê pênc kes li nexweşxaneya me mane. Rewşa tenduristiyê ya nexweşên ku tên dermankirin baş e.”

Pisporan hişyarî da

Pisporan ji welatiyan xwest ku di dema tozbarînê de eger karekî pêwîst nebe dernekevin derve.

Bi gotina pisporan ew toz dibe sedema derbûna gelek nexweşiyan û kesên ku berê nexweş in jî bêhna wan zêdetir diçike û nexweşî li wan giran dibe.

Hewiha Tenduristiya Duhokê ji welatiyan xwest ku eger derkevin maskan bi kar bînin.