Li Colemêrgê zinar hilweşiyan ser rê

Li Colemêrgê zinar hilweşiyan ser rê

PeyamaKurd - Piştî çend rojên barana zêde ya li parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê, hate ragihandin ku ji ber hilweşîna zinar, rêya Colemêrg û navçeya wê Çelê hatiye girtin.

Şeva borî di derdora demjimêr 22:00yan de, li ser rêya Colemêrg û Çelê, ji ber şiliya zêde lat, teht û zinar ji çiya hilweşiyan ser rê.

Hate ragihandin ku di encama hilweşînê de barhilgira welatiyê bi navê Zelal Açar di bin keresteyê kevirên ku hilweşiyane de maye, lê ya baş ew e ku Zelal Açar dikaribûye xwe ji hilweşînê rizgar bike..

Jêderên ji herêmê ragihandin ku keresteyên ku ji çiya hilweşiyane ser rê ziyaneke zêde dane rê û dane zanîn ku tîmên rêyên bejayî ji bo rê li çûnûhatinê vekir, dest bi xebatan kirine.

Li deverên parêzgeha Colemêrg, Şernex û Bedlîsê, gellek caran ji ber berf û barana zêde hin salan bûyerên wiha rû didin.