Konsulê Fransa serdana Gora Mele Mistefa kir: Barzan landik û dilê şoreşa gelê Kurd e

Konsulê Fransa serdana Gora Mele Mistefa kir: Barzan landik û dilê şoreşa gelê Kurd e

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Brem, serdana Gora Mele Mistefa Barzaiyê Nemir kir.

Yan Brem di serdana Gora Mele Mistefayê Nemir de di derbarê serdana xwe de got: “Devera Barzanê landik û dilê şoreşa gelê Kurd e.”

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Brem di serdana xwe ya îro ya Gora Mele Mistefa Barzanî de wiha axivî: “Ez gelek dilxweş û serfiraz im ku îro derfet ji min re çê bû ku ez yekem car serdana devera Barzanê û Gora Nemir Mistefa Barzanî bikim. Wekî nûnerê hikûmeta Fransayê yê li Herêma Kurdistanê, ev serdan ji bo me gelek gring e û xasma ku Fransa dostê dêrîn ê gelê Kurd e. Wek Fransa, bi nerîna me, devera Barzanê landik û dilê şoreşa gelê Kurd e. Devera Barzanê di heman demê de cihê dîrokeke dramatîk û trajîk e jî.”

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yan Brem, piştgiriya gel û Hikûmeta Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê destnîşan kir û tekez kir ku ew ji bo berdewamiya pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de kar dikin.