Jeffrey: "Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê xwurt be”

Jeffrey: "Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê xwurt be”

PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Amerîkayê ku ji têkiliyên Sûriyê berpirs bû James Jeffrey ragihand ku Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê xwurt be û talûka rêxistina terorê ya DEAŞê hê jî dewam dike. Jeffrey got:

“Amerîka û Iraq bi hevre dixebitin da hêzên Iraqê xwurt bikin û bi taybetî ji bo talûka IŞİDê bi hev re dixebitin. Endîşeyên Tirkiyê yên di derbarê PKKê, IŞİD û rejîma Esad de hene û bi vê armancê Tirkiye dixwaze ber bi Amerîka ve here.”

James Jeffrey got ku gelek girînge Erdoğan seredana Herêma Kurdistanê kiriye ji ber Dadgeha Federal Iraqê ku di bin bandora Îranê de ye û zorê dide Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê û ev jî Erdoğan dixe nav endîşeyan. Jeffrey weha dewam kir:

“Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê xwurt be, bibe dostê Tirkiyê, partiyên Kurdistanê bibin yek û zora ku Iraq dide ser Herêma Kurdistanê bi dawî bibe. Amerîka jî vêya dixwaze.”