Jûrên Bazirganî yên Hewlêr û Rihayê pêwendiyên xwe xurt dikin

Jûrên Bazirganî yên Hewlêr û Rihayê pêwendiyên xwe xurt dikin

PeyamaKurd- Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd îro 23yê Nîsanê pêşwazî li şandeke Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê bi serokatiya Serokê Jûrê Mehmet Yetim kir.

Geylan Hacî Seîd di civîneke rojnamevanî de serdana şanda Rihayê ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi girîngî binav kir û got: “Pêwendiyên aborî yên berfireh di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Sala borî qebareya hinardekirina Tirkiyeyê bo Iraqê 12.7 milyar dolar bû, ji sedî 98ê ji wê di rêya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl de bû.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê, hatina şanda Rihayê derfeteke gelek baş ji bo gotûbêjkirina bazirganî û veberhênanê û zêdekirina rola Tirkiyeyê di geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê de nirxand.

Geylan Hacî Seîd diyar kir: “Armanca me xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyan bi hemû jûrên bazirganiyê yên Tirkiyeyê re ye, bi taybet bajarên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, ji ber ku gelek xalên me yên hevbeş hene û nirxê kelûpelan ji bo karsazên Kurdistanê kêmtir dibe.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Rihayê Mehmet Yetim jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da ku yekem car e ew serdana Hewlêrê dikin û spasiya Jûra Hewlêrê kir ji bo vê pêşwaziyê.

Yetîm got: “Civîna her du aliyan, derfeteke baş e ji bo bihêztirkirina peywendiyên me bi Odeya Bazirganî ya Hewlêrê re, ji ber ku nêzîkbûna me ji Herêma Kurdistanê re, dê bibe derfetek baş bo karsazên Kurdistanê.”

Mehmet Yetim behsa wan sektoran kir ku bajarê Rihayê dikare hevkarî û hevahengiya sermayedarên Kurdistanê bike, weke elektrîk, xurek, avahi û çandiniyê û hêvî xwest, pêwendiyên dualî zêdetir bipêş bikevin. Herwiha Yetim Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê jî vexwend Rihayê.