Gumanbarê hêrişa li dijî DEM Partiyê hate desteserkirin

Gumanbarê hêrişa li dijî DEM Partiyê hate desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku gumanbarekî hêrişa çekdarî ya li dijî nûsîngeha Bîrecika navçeya parêzgeha Urfayê ya DEM Partiyê hatiye desteserkirin.

Parêzgeriya Urfayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kesek bi navê H.B bi egera ku hêrişa çekdarî ya li dijî nûsîngeha Dem Partiyê ya navçeya Bîrecikê hatiye desteserkirin.

Parêzgeriya Rihayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de tekez kir ku lêkolînên li ser vê mijarê didomin.

Kesê desteserkirî birayê Şaredar Mehmet Begîyê ku ji DEM Partiyê îstifa kiribû

Li gor zanyariyên ku hatine bi destxistin, ew kesê ku hatiye desteserkirin birayê Şarederê Bîrecikê Mehmet Begîyê ku mehek piştî di hilbijartinên 31ê Adarê de ji Dem Partiyê hate hilbijartin, ji DEM Partiyê îstîfa kir e.