Erdogan: Em ê serdana Hewlêrê bikin

Erdogan: Em ê serdana Hewlêrê bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku piştî serdana xwe ya Bexdayê wê serdana Hewlêrê jî bike.

Serokomar Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran ên der barê rojevê da bersivand.

Erdogan derbarê serdana xwe ya 22yê Nîsanê ya Iraqê de hûrgilî eşkere kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Serdana me ya ji bo Iraqê rastî serdaneke taloqkirî bû. Niha hilbijartin bi dawî bûne û em ê vê serdana xwe ya Iraqê bikin. Serdan yek rojî ye. Pêşî Bexda. Piştî hevdîtinên me yên li gel Serok (Letîf Reşîd) û Serokwezîr (Mihemed Şîa Sûdanî) li Bexdayê, em ê serdana Hewlêrê bikin. Li Hewlêrê îmkana me heye ku em pirsgirêkên girêdayî hikûmeta navendî gotûbêj bikin. Di bin sîwana giştî ya peywendiyên Iraq-Tirkiye de dê mijarên ku em ê gotûbêj bikin hebin."

Serdana Erdogan a Iraqê

Receb Teyib Erdogan di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê 26ê Sibatê de ragihand ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê wê serdana Iraqê bike, bêyî ku hûrgiliyan bide.

Piştî serdana Turgut Ozal di dawiya salên 1980yî de, serdana Erdogan a Bexdayê wê bibe yekem serdana serokomarekî Tirkiyê, lê Erdogan di salên 2008, 2009 û 2011ê de wek serokwezîrê Tirkiyê di serdema serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de serdana Bexdayê kiribû.