Erdogan di frokeyê de encama serdana Bexda û Hewlêrê vegot

Erdogan di frokeyê de encama serdana Bexda û Hewlêrê vegot

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di vegera serdana xwe ya piştî 12 salan a Iraq û Herêma Kurdistanê de di frokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan ji bo serketina Projeya ‘Rêya Hilkeftinê’ ya Tirkiye û Iraqê, derxistina PKKê ya ji Iraqê wek şert danî û ji bo aştî, aramî, pêşketin û berjewendiya Iraqê PKKê wek gef nîşan.

Erdogan, ji bo ewlehiya tevgerîna sermayeya Iraq û navneteweyî PKKê wek hêmana metirsiyê destnîşan kir û rikdariya xwe ya têkbirina PKKê vegot.

Erdogan li ser angaştên ku li Şaredariya Sûrê ya Amedê bêrêzî li Ataturk û wî hatiye kiriye jî axivî û got: “Beriya niha li hember kesên destdirêjiyê li yekîtiya me kirin, li ser zemîna hiqûqê çi hatibe kirin, niha jî bê kirin wê ne surprîz be. Kî hewl dide xalên Destûrê binpê bike, divê ji berdêldayînê re amade be.”

Operasyona hevbeş?

Erdogan li ser pirsa “Gelo wê Tirkiye bi Iraqê re yan bi serê xwe li dijî PKKê operasyona leşkerî pêk bîne?” Erdogan anî ziman ku divê hewla Tirkiyeyê ya li dijî “ritama terorê” ne bi tena serê xwe be û gote ku divê dewletên hevsînor jî beşdarî vê hewlê bibin.

Erdogan bi bîr xist ku dewleta Tirk çendîn sal in bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê li dijî PKKê têdikoşe û got ku wê ev tekoşîn bidome. Erdogan wiha dom kir:

“Ev têkoşîn hem li navxwe û hem jî li derveyî sînorên me, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de û bi rêzgirtina yekparebûna axa cîranên me wê bidome. Em dixwazin ku cîranên me li hember gefên ku ji axa wan li ser me tên kirin, helwesta pêwîst nîşan bidin û em bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Em ê ti carî qadan ji kesên ku bi terorê û rêxistinên terorê re dimeşin û rêxistinên terorê wek amûr bi kar tînin re nehêlin.”

Ava çemên Firad û Dîjleyê

Li ser pirsa di derbarê Ava çemên Firad û Dîjleyê de jî Erdogan wiha axivî:

“Di vê mijarê de pêwîstî bi bikaranîna avê ya aqilane heye. Di derbarê avê de daxwazên Iraqê ji me hene. Tiştê ku di vê xalê de divê bê kirin ew e ku plan û bernameyên nû yên ji bo guherîna şert û mercên avhewayê yên cîhanê were danîn û bikaranîna domdar a avê bê misogerkirin. Divê neyê ji bîrkirin ku bi qasî yên wan pirsgirêkên me yên avê jî hene. Tirkiye ne dewlemend e û di kategoriya welatên ku tengasiya avê dijîn de ye. Ji ber vê yekê eger em nikaribin planên xwe di demeke kin de pêk bînin, dibe ku pirsgirêkên me yên dabînkirina avê çêbibin. Ji ber vê yekê divê em gavên hendaze bihavêjin. Dibe ku bi nirxandinên di vî warî de bigihîjin xaleke hevpar. 

Ev ne pirsgirêkek e ku bêyî bi hûrî lêkolînkirina mijarên teknîkî û senaryoyên siberojê ku bi hişmendiya 'me kir û qediya' bê çareserkirin. Tirkiye di van mijaran de ji helwesteke hestyarî zêdetir bi aqilane, lihevhatî û çareserkerî dimeşe û em ê vê rêbazê jî bidomînin. Ji ber ku av ne amûra pevçûnê, berovajî qada hevkariyê ye ku wê xizmeta berjewendiyên me yên hevpar bike, tişta ku em ê bikin ew e ku em diyalogê bi baweriyeke baş û bi nêzîkahiyeke avaker bidomînin, projeyên hevpar pêk bînin û ji bo pirsgirêka xwe ya hevpar çareseriyên hevpar derxin holê.”