Dr. Mihemed Îhsan: Yekrêziya navmalî divê çimku dijminên kurdan kêran tûj dikin

Dr. Mihemed Îhsan: Yekrêziya navmalî divê çimku dijminên kurdan kêran tûj dikin

PeyamaKurd - Mamosteyê Zanîngeha King's College a Londonê Dr. Mihemed Îhsan got: "Ji her demê bêtir, pêwîstiya Kurdan bi yekrêziya navxweyî heye. Dostên resen ên kurdan, ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, yên li Ewropa û yên di nav Erebên Şîa de jî, tekeziyê li ser rêkxistina navmala kurdî dikin."

Dr. Mihemed Îhsan di Foruma Slêmaniyê de axivî û destnîşan kir ku Amerîkî bi awayekî aşkere ji wan re dibêjin ku divê Kurd bi hev re yekrêz bin û pirsgirêkên xwe çareser bikin û dom kir:

"Hevalên me yên rastîn û kevn jî ji me re dibêjin ku 'em ji we bêzar bûne, êdî biçin pirsgirêkên xwe çareser bikin.' Ez siberojeke me ya baş nabînim, ji ber ku dijminên kurdan roj bi roj kêran tûj dikin û planên xwe xurt dikin, wek mînak eger hûn rojê çar demjimêran dixebitin û Kurdistanê ava dikin, kesên din jî 24 demijmêran dixebitin ji bo we tune bikin.”

Dr. Mihemed Îhsan amaje bi axaftina Serokê DYAyê Joe Biden a di derbarê Kurd û Kurdistanê de kir û got: “Eger em li axaftina Biden binêrin, di destpêkê de nerîneke min a xirab hebû, lê belê wî di derbarê Kurdistanê de peyamek gelek xweş da; loma divê em sûdê jê werbigirin û li ser wê yekê nêrînên xwe saz bikin û gotûbêjên xwe cidîtir bikin.”