Dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Kurdistanê hat dirêjkirin

Dema tomarkirina namzedên hilbijartinên Kurdistanê hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumana Xelayî ragihandin ku dema tomarkirina namzedan ji bo şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê heta 31ê Adarê hatiye dirêjkirin.

Xelayî got: heta duh êvarê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) lîsteyên namzedên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê radestî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê nekirine û amaje bi wê yekê kir ku li Hewlêrê 12 namzedên serbixwe, li Silêmaniyê 20 û li Duhokê jî 13 namzetên serbixwe navê xwe tomar kirine.

Cumana Xelayî ragihand, heta niha ji bo paşxistina hilbijartinan daxwazeke fermî nehatiye pêşkêşkirin û ew li ser lidarxistina hilbijartinan a di meha Pûşperê de bi rik in.

Xelayî da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 789 hezar û 360 kes xwediyê mafê dengdanê ne, ji wan 2 milyon û 783 hezar û 552 kes jî xwedî kartên wan ên dengdanê nû kirine û zêdetirî yek milyon kesî jî kertên xwe nû nekirine.

Weke tê zanîn PDKê di 18ê Adarê de, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku eger bi vî awayê deryasayî û nedestûrî pêk bên, ewê beşdarî hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê nebe.