Çûn û hatina Çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hat qedexekirin
PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Şirnexê, li bajarê Şirnexê li devera Çiyayê Gabar û Cûdî, ji bo 15 rojan çûn û hatina deveran qedexe kir û her dû deveran weke ‘Herêma Taybet ya Ewlehiyê’ ragihand.
Di ragihandinê de behsa hûrahiya qedexeyê û navên herêman dike ku di nav de navenda Şirnexê Çiyayê Gabarê, Çiyayê Cûdî ku dikeve nav sînorên navça Cizîr û Silopiya, ji 25ê Nîsanê heya 9ê Gulanê çûn û hatina deveran hatiye qedexekirin.
Bê îzna hêzên asayîşê çûnûhatina deveran ji bo xelkê hatiye qedexekirin.