Barzanî: Serdana dîrokî ya Erdogan hevdem e ligel serdemeke hestiyar

Barzanî: Serdana dîrokî ya Erdogan hevdem e ligel serdemeke hestiyar

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Serdana dîrokî ya Serok Erdogan ji bo Bexda û Hewlêrê hevdem e ligel qonaxeke hestiyar a herêmê.

Herwiha balê dikişîne ser pêwendiyên bihêz ên siyasî, aborî û emnî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê Xê bi Kurdî û Tirkî derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraq û Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Barzanî di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Serdana dîrokî ya Serok Erdogan a Bexda û Hewlêrê hevdem e ligel serdemeke hestiyar a herêmê.

Herwiha balê dikişîne ser pêwendiyên bihêz ên siyasî, aborî û ewlekarî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

Ez bi mazûvaniya Serokomar Erdogan li Hewlêrê kêfxweş im.

Di rojeva me de mijarên girîng ên wek aştî, aramî û geşepêdana aborî wê bên rojeva me."