Alîkariya navdewletî ya kampên Rojavayê Kurdistanê hat rawestandin: Felaketa mirovî li ber derî ye!

Alîkariya navdewletî ya kampên Rojavayê Kurdistanê hat rawestandin: Felaketa mirovî li ber derî ye!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rêxistinên Navdewletî yên wekî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê alîkariyên bo kampên li Rojavayê Kurdistanê rawestandine û rewşa mirovî li kampên koçberan û yên malbatên DAIŞê gihîştiye asteke metirsîdar.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser mijarê h hişyarî da û ragihand: “Ev biryar di wextekî ku Tirkiye binesaziya herêmê wêran kiriye de, wê ziyaneke mezin li koçberan bike.”

Rêveberiya Xweser herwiha ji bo wan kampên ku nêzî 150 hezar koçber di wan de dimînin hişyariya felaketa mirovî da.

Li gorî zanyariyan Rêxistinê Tenduristiyê ya Cîhanî beriya niha eşkere kiribû ku wan xebatên xwe rawestandiye. Piştre jî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî piştgiriya xwe ji sedî 40 kêm kiriye ku ji 17 kampên li herêmê alîkariya 5 kampên; Kampa Hol, Erîşa, Roj, Newroz û El-Mehmûdilî dikir.