Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Kerkûkê bi rê ve diçe

Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Kerkûkê bi rê ve diçe

PeyamaKurd - Koma Hawarê ya Şanoyê, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li Kerkûkê vekir. Biryar e di roja sisê yê vê festîvalê de xelatên rêzgirtinê pêşkêşî hunermendên diyar ên warê şanoyê bên kirin.

Di 19ê Mijdara 2023an de, Gera Heftê ya Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan hat destpêkirin û biryar e heta 21ê vê mehê berdewam be. 24 tîpên şanoyê ji Kurdistan, Îraq, Sûriye, Îran, Cezaîr, Tunis û Îtalyayê tevlî vê festîvalê bûne û bi çavdrêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemeyê Hemeseîd ve bi rê ve diçe.

Li destpêka çalakiyên vê festîvalê, wekî edetekî civakî û vegeriyan ji bo dema borî, bi “Bûka Baranê” pêşwaziya mêvanên biyanî û hunermendên Kurd hat kirin.

Di çarçoveya çalakiyên vê festîvalê de, ji bilî pêşkêşkirina şanoyan, merasîmên nasandina çend kitêban jî dê bên kirin.