Bi Raspardeya Serok Barzanî Yekemin Mîhrîcana Tahînê ya Amêdiyê destpêkir
![Bi Raspardeya Serok Barzanî Yekemin Mîhrîcana Tahînê ya Amêdiyê destpêkir](/photos/kurdi33/Tahin.jpg)
PeyamaKurd - Li Amêdiyê Yekemîn Mîhrîcana Berhemên Xwemalî û Tahînê îro di 23ê Mijdarê de destpêkir û dê 2 roj berdewam bike.
Qaymeqamê qezaya Amêdiyê Warşîn Mayî ragihand ku mîhrîcan bi raspartineke Serok Barzanî hatiye lidarxistin.
Qaymeqamê qezaya Amêdiyê ragehand ku 29 aşên tehînê li sinorê qezaya Amêdiyê hene û berhemê wan hemiyan dê li vê festîvalê bê danasîn. Ji ber ku piraniya aşan bi avê kar dikin, tehîneke cuda, bitam û gelek baş tê çêkirin û ev taybetiye ku tehîna Amêdiyê ji tehîna deverên din cuda dike”.
Li Başûrê Kurdistanê tehîna Amêdiyê wekî navdartirîn tehîn tê hesibandin û dîroka çêkirina wê ji bo zêdetirî 500 salan vedigere. Welatî ji bo peydakirina wê tehînê ji hemî deverên Kurdistanê serdana Amêdiyê dikin.
![Ji Kişanak daxuyaniya pêvajoyeke nû ya çareseriyê](/haberresimleri/2024225/ji-kisanak-daxuyaniya-p-vajoyeke-n-ya-careseriy-small.webp)
![Li Pêşengeha Mêrdînê nebûna Kurdî bû sedema nerazîbûnan](/haberresimleri/2024225/li-p-sengeha-m-rd-n-neb-na-kurd-b-sedema-neraz-b-nansmall.webp)
![Li Mêrdînê 1. Pêşengeha Pirtûkan tê lidarxistin](/photos/kurdi35/fuar-merdin-pirtuk.jpg)
![Koro ya medeniyetan ya Antakya li Diyarbekirê konserekî da](/photos/kurdi35/Antakya.jpeg)
![DTSO û TMMOBê pirtûka 536 avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê weşand](/photos/kurdi35/pirtuk%20dtso%20diyarbekir.jpg)
![Pirtûka Nezahat Baybaşîn a helbestên kurdî, îngilîzî û tirkî derket](/photos/kurdi35/d2cf6afb-c629-4fba-82e5-857eb4c79056.jpg)