10 emin Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê dest pê dike

10 emin Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê dest pê dike

PeyamaKurd -  10 emin Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê bi drûşmê Zimanê Kurdî, ji bo kurtefilm û belgefilman bi rê ve diçe û biryar e ku berhemên welatên cîhanê di navbera 9 heta 16ê meha bê li Hola Kongireyan a Zanîngeha Dihokê û Komeleya Sînemaya Dihok Molê bên nîşandan.

Birêveberê Hunerî yê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê Şewket Emîn Kurkî di konfiransekî rojnamevanî de ragehand, “Lijneya hilbijartina filmên festîvalê ji bo pişka Kurdî ji Mesûd Arif, Hisên Hesen, Kewser Cebar, Şêrzad Ebdila, Fuad Celal û Sînan Yûsif Oxlo pêk tê. Herwesa lijneya hilbijartina filmên pişka biyanî jî ji Seîd Terekçî Oxlo, Şarlotpuk, Yilmaz Ozdem, Roj Haco û Fatme Armaksîs pêk tê”.

Şewket Emîn ragehand, “Ev festîval dê bi pêşkêşkirina filmê Mêsiyê Bexdayê bê vekirin ku ji derhênana Sehîm Omer Xelîfe ye”. Herwesa eşkere kir, “Lijneya hilbijartina filmên festîvalê ji bo filmên biyanî ji derhênerên welatê Tirkiye, Îran, Hindistan, Polenda û Efxanistanê pêk tê, herwesa ji bo filmên Kurdî lijne ji derhênerên Fransa, Îran, Îraq û Kurdistanê pêk tê”.

Serokê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê Emîr Elî Mihemedtahir jî ragehand, “Em her sal bizavê dikin ku baştirîn û nûtirîn berhemên sînemayî li festîvalê amade bikin û her sal kalitiya Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê bilind bikin”.