Wezîrê sanayiya bergiriyê yê Tirkiyê Görgün hemkarê xwe yê Polonyayê qebûl kir
PeyamaKurd – Wezîrê sanayiya bergiriyê yê Tirkiyê Haluk Görgün wezîrê dewletê yê ji ewlehiyê berpirs yê Polonyayê Jacek Sıewıera û heyeta pê re qebûl kir. Görgün, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Me wezîrê dewletê yê ji ewlehiyê berpirs yê Polonyayê Jacek Sıewıera û heyeta pê re li wezareta xwe kir mêvan. Ji bo seredana wî ya nazik sipasiya wî dikim. Hêvî dikim ku hevkariya me ya di sanayiya bergiriyê de ya heyî û mijarên em li ser wan axifîn, ji bo welatên me bi xêr bin.”