Rapor | Piraniya wan Kurd û Belûç 134 kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin îdamkirin

Rapor | Piraniya wan Kurd û Belûç 134 kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin îdamkirin

PeyamaKurd – Li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav meha Nîsanê de 134 welatî bi hincetên siyasî hatin binçavkirin ku piraniya wan Kurd û Belûç in.

Li gorî rapora binpêkirinên meha Nîsanê ya Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, di meha borî de 134 kes hatine binçavkirin ku 63 ji wan Kurd in.

Di raporê de hatiye diyarkirin, 28 kes ji xelkê Belûç in, 15 jin û zarok û 20 jî mamoste û xwendekarên zanîngehan e.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê 39kes, li Sîstan û Belûçistan 28 kes, li Sine 15 û Tehranê 14 kes hatine binçavkirin.

Di destpêka meha Gulanê de jî 6 çalakvanên Sunnî yên Belûç û 2 jî Kurd hatine girtin.

Li gorî amarên Hengawê di meha Nîsanê de zêdetir 7 rojnamevan û çalakvan li bajarên cuda yên Îranê de hatine îdamkirin.