Netanyahu: Me ji bo ‘dîlên Îsraîlê dagerin’ û ‘Hamasê ji ortê rakin’ êrîşê Refahê kir

Netanyahu: Me ji bo ‘dîlên Îsraîlê dagerin’ û ‘Hamasê ji ortê rakin’ êrîşê Refahê kir

PeyamaKurd – Tevî ku Hamasê agirbesa ji terefê Misrê û Qatarê de hatibû pêşniyarkirin qebûl kir jî, Îsraîl êrîşa xwe ya li ser bajarê Refahê da destpêkirin. Li ser mijarê, serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu daxwuyanî da û got ku:

“Mê ji bo dîlên me dagerin mala xwe û Hamasê ji orta rakin dest bi operasyona Refahê kir. Bidestxistina Deriyê Refahê ji bo em bigihên hedefê pêngavekî gelek girînge.

Pêşniyarên Hamasê li gor daxwazên Îsraîlê gelek kêmin. Hamasê ji bo em nekevin Refahê agirbesê qebûl kir. Em îznê nadin ku Hamas were ser rêvebiriya Xezzayê û ewlehiya Xezzayê naxin talûkê. Me deriyê Refahê yê aliyê Misrê xistiye destê xwe. ”

Netenyahu ragihand ku heyetekî ji Îsraîlê ji bo hevdîtinan çûye Misrê.