John Kirby: Em piştgirî nadin operasyoneke mezin a li dijî Refahê

John Kirby: Em piştgirî nadin operasyoneke mezin a li dijî Refahê

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby ragihand ku ew piştgiriya êrîşa bejayî ya berfireh a Îsraîlê li ser Refahê nakin û Serokê Amerîkayê Joe Biden "bi eşkere" fikarên xwe yên derbarê êrîşeke bi vî rengî de ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihand.

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby doh di civîna çapemeniyê ya ku bi telekonferansê li dar xist de êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê û helwesta Amerîkayê nirxand.

Kirby diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji wan re gotiye ku êrîşa pêr a li ser Refahê "operasyoneke sînordar" e û destnîşan kir ku Îsraîl "ji bo ku Hamas çekan neguhêze Xezzeyê" ev gav avêtiye.

"Nêrînên me yên derbarê Refahê de yek in, me bi berdewamî got ku em piştgiriyê nadin operasyoneke bejayî ya berfireh li dijî Refahê, ku mazûvanîya nifûsa wisa ye." Kirby tekez kir ku êrîşeke bi vî rengî ya bejayî wê jiyana 1,5 milyon sivîlên Filistînî li herêmê bi awayekî cidî bixe xeterê.

Kirby bal kişand ser wê yekê ku Serokê Amerîka Biden pêr di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re bi zelalî nîgeraniyên xwe yên derbarê krîza mirovî ya ku ji ber êrîşa li ser Refahê çêbibe anî ziman, Kirby got ku divê deriyên sînorî yên Refah û Kerem Şalom ji alîkariyên mirovî re vekirî bimînin da ku têkevin Şerîda Xezzeyê.

Kirby diyar kir ku pêngava Hamasê ya der barê peymana agirbestê de hê jî ji aliyê Îsraîl û DYA ve tê nirxandin û ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û got, "Em weke DYA di wê baweriyê de ne ku em li ser metneke ku dikare agirbestê bigire ne. Şanda Îsraîlî diçe Qahîreyê, wê li wir rûnên û biaxivin û (agirbest pêk hat) em ê bibînin ka em dikarin biçin wir."

“Hamasê pêr bersiv da, ji bo guhertinan hinek pêşniyar hatin kirin. Erka niha berdewamkirina danûstandinan e. Kirby bal kişand ser rewşa dawî ya danûstandinên li Qahîreyê û wiha got: "Em difikirin ku divê em karibin valahiyan (derbarê peymana agirbestê de) bigirin."

Kirby diyar kir ku herdu aliyên Îsraîlî, Qeter û Misir li Qahîreyê amade ne û danûstandinên derbarê agirbestê de wê bi beşdariya DYAyê bidomin û destnîşan kir ku piştî pêngava pêr a Hamasê ev danûstandin gelekî girîng in.