Ji ber Amerîka sewqiyata çekan ya ji bo Îsraîlê da sekinandin, Amerîka tevlihev bû

Ji ber Amerîka sewqiyata çekan ya ji bo Îsraîlê da sekinandin, Amerîka tevlihev bû

PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê ji ber êrîşa ser bajarê Refahê ya Îsraîlê, sewqiyata çekan ji bo Îsraîlê da sekinandin lê Îsraîl dev ji êrîşa ser Refahê bernade û tevgerên xwe dewam dike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku ji bo operasyonên Refahê di destê Îsraîlê de têra operasyonan çek hene.

Di Kongra Amerîkayê de, ji Partiya Komariyan Tom Cotton li dijî sekinandina çekan derket û got ku divê serokê Amerîkayê Joe Biden ji ser kar were girtin.

Li gor nûçeya rojnama The Times of Israelê; Hagari di civîna çapemeniyê de ragihandiye ku êrîşa Îsraîlê wê ne ji bo ser temamê Refahê be lê wê bi rojhilatê bajêr sînorkirî be.

Serokerkanê Îsraîlê Herzi Halevi jî dibêje ku her roj bi fermandarê Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) ê bi general Michael Erik Kurilla re diaxfe û gotiye:

“Eger di navbera me de pirsgirêk hebin jî em li pişta perdê pirsgirêkan çareser dikin.