Îsraîlê ji bo operasyona Refahê fermana derketina 100 hezar kesî da

Îsraîlê ji bo operasyona Refahê fermana derketina 100 hezar kesî da

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku beriya operasyona plankirî ya li bajarê Refahê ya li başûrê Xezeyê, ferman hatiye dayîn ku sivîlên Filistînî ji hin herêmên li rojhilatê bajêr derkevin.

Hat ragihandin ku nêzîkî 100 hezar kesên ku li rojhilatê Refahê ya herî nêzî sînorê Îsraîlê dijîn ber bi Xan Yûnis û kampa penaberan a El Mewaziyê ve hatin şandin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew ê li Refahê ‘operasyoneke bisînor’ bidin destpêkirin, lê belê ev operasyon wê xeteriyeke mezin dernexe holê.

Piştî ku plana operasyonê ji aliyê hukûmetê ve hate pejirandin, Berdevkekî Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got ku valakirin sînordar e û wê qonax bi qonax pêk bê.

Berdevk da zanîn ku ev operasyon di çarçoveya xebatên têkbirina Hemasê de tê pêkanîn û got: “Hamasê duh ji Refehê bi mûşekan hêrişî Îsraîlê kir û di encamê de 3 leşkerên me, li nêzî deriyê sînor yê Kerem Şalomê hatin kuştin. Ev jî xuya dike ku Hemas dikare ji Refahê hêrişan pêk bîne.”

Piştî hêrişa mûşekî ya Hemasê, Îsraîlê tevahiya şeva çûyî li dijî Refahê hêrişên hewayî pêk anî. Hate ragihandin ku di van hêrîşan de herî kêm 12 kes mirine.