DEM Partiyê mercê xwe yê bo piştgiriya destûra nû eşkere kir

DEM Partiyê mercê xwe yê bo piştgiriya destûra nû eşkere kir

PeyamaKurd - Berdevka Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di civîna rojnamevanî ya li Navenda Giştî ya DEM Partiyê derbarê mijarên rojevê de nêrîna partiya xwe eşkere kir.

Berdevka DEM Partiyê, li ser pirsa piştgirîdana xebatên bo destûra nû ya Tirkiyê ku ji aliyê partiya deshilatdar AK Partiyê ve hatine destpêkirin, bal kişand ser 16ê Gulanê roja eşkerekirina biryara li Doza Kobaniyê ku Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak jî di nav de 18 kes ji wê dozê ev nêzî 7 sal in girtî ne.

Ayşegul Dogan got, partiya wan bi salan e ji bo destûreke bingehîn a demokratîk û sivîl têkoşînê dide wiha axivî: “Ji bo ku destûra bingehîn nû be, divê nîşan bidin ku wan bi temamî dev ji ya berê berdaye. Yek ji nîşaneyên vê yên herî girîng jî dê Doza Kumpasê ya Kobaniyê be ku dê 16ê Gulanê runiştina wê bê kirin. Ji ber vê yekê jî dê biryarên vê dozê girîng bin.”