Amerîka wê bi 6 milyar dolarî desteka leşkerî bide Ûkraynayê

Amerîka wê bi 6 milyar dolarî desteka leşkerî bide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin ragihand ku wê di wexta dirêj de ji bo Ûkraynayê bi miqdarê 6 mîlyar dolarî paketa desteka leşkerî bidin. Austin, bi serokerkanê Amerîkayê Charles Q. Brown re li Pentagonê civîna çapemeniyê li dar xist.

Austin, bi rêya Video Konferansê tevlî grûba têkiliyan ya bergiriya Ûkraynayê bû û got:

“Ez kêfxweşim radigînim ku di rêya hewla alîkariya ewlehiyê ya Ûkraynayê de, bi miqdarê 6 mîlyar dolarî peketa destekê radigihînim.”

Austin, got ku bi vê paketê wê ji Ûkrayna re sîstemên Patriot û NASAMSan yên bergiriyê, zêdetir drone û ekipmana destekê, miqtarekî zêde muhîmmatên topan, alavên ji hewayê bo bejayiyê, tamirat û desteka dewamê dê di nav paketê de hebin.

Austin her weha got ku desteka leşkerî endustriya Amerîkayê çiqas bilez hilberîne wê zûtir alavan bişînin Ûkraynayê. Austin ji bo erêkirina paketa bi miqdarê 95 milyar dolarî ya desteka derve sipasiya Joe Biden kir û got ku 61 milyar dolar ji bo Ûkraynayê, ji bo Îsraîlê 26 milyar dolar veqetandine.