Dubendîya Hizbullahê: Yan wê her tiştî bide ber çavan yan jî...

Dubendîya Hizbullahê: Yan wê her tiştî bide ber çavan yan jî...

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê ev nêzî du meh in şerekî dijwar li Xezeyê rû dide û artêşa Îsraîlê tevî operasyonên bejahî li navenda bajêr bombardimana xwe dewam dike.

Li gorî pisporêr Rojhilata Navîn, şer çiqas zêde dom bike, wê Hizbullaha Lubnanê ku yekser bi Îranê ve girêdayî ye jî neçar bimîne beşdarî şer bike ku ji xwe niha jî êrîşên ser sînorên bakur ê Îsraîlê dem bi dem berdewam dike.

Lubnanî li benda bersivekê ne…

Weşana Amerîkî National Interestê li ser mijarê analîzek bi navê lêkoler û pisporê Rojhilata Navîn Adnan Nasser belav kiriye ku tê de dibêje; “Welatiyên Lubnanê yên nêzî sînorên Îsraîlê di bin tirseke mezin de dijîn û çaverê ne bersiva pirsa, ‘Gelo wê Hizbullaha Îran piştevaniya wê dike, bikev nav şerekî berfireh û tam?’ bê dayîn.”

Hizbullah niha tevî ku şer berfireh nekiriye jî weke piştevaniya Hemas a hevpeymana xwe, êrîşên ser sînorên Îsraîlê berdewam dike, lê belê Îsraîl dixwaze niha şer û pevçûn niha tenê bi Xezeyê sînorkirî bin.

Îsraîl bi vê yekê dixwaze wekî ku di destpêka êrîşên ser Xezeyê de ji raya giştî re ragihandiye, ‘Hemasê li Xezeyê tune bike û misyona xwe temam bike’. Lewma jî niha naxwazin eniyeke nû ya şer bi Hizbullahê re vekin.

Her çiqas di êrîşên vê dawiyê yên Hizbullahê de windahiyên Îsraîlê çêbûne jî Hizbullahê jî gelek şervanên xwe ji dest dan. Li gorî amarên hatine belavkirin, heta roja 21ê Mijdarê 76 milîtanên Hizbullahê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Li aliyekî jî Îsraîl ji bo hêza xwe ya hilweşandinê nîşan bide li ser asmanê Lubnanê firînên keşfê dike û Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, eşkere got: “Wê sivîlên Lubnanî ji ber biryara şer a Hizbullahê a muhtemel bedelekî giran bidin. Em dikarin tişta me li Xezeyê kiriye li Beyrûdê jî bikin.”

Tevî van gefan jî Îsraîlê li ser Lubnanê êrîşên bi sînor pêk tîne. Lê belê divê neyê piştguhkirin ku ger balafirên Îsraîlê Beyrûdê bombardiman bikin, dê moşekên hesas ên dûravêj ên Hizbullahê jî bikarin bigihin Tel Avîvê û ev îhtimal her li ber çavan tê girtin.

Amerîka hewl dide rageşiya sînor kêm bike

Amerîka ji bo ev senaryoya xeternak pêk neyê hewl dide di navbera herdu aliyan de navbeynkariyê bike û rê nede şerekî herêmî.

Fermandarê Lubnanî Ebas Îbrahîm ji National İnterestê re li ser rewşa heyî dibêje: "Li derveyî welat gelek hevpeymanên Amerîkayê hene. Hin ji wan nefermî ne. Bi hin ji wan hevpeymanên dikarin bi Hizbullahê re danûstandinê bikin re di pêwendiyê de ne. Loma jî Amerîka hewl dide rageşiya ser sînor kêm bike.”

Rêya herî misoger a şerê Xezeyê Lubnanê nequrpîne

General Îbrahîm diyar dike, “Dikarim bêjim ku Hizbullah bi Amerîkayê re neketiye nav pêwendiyeke rasterast û bala xwe tenê daye ser Filîstînê. Heta niha gelek caran hewl hate dayîn ku di navbera Hizbullah û Amerîkayê kanaleke pêwendiyê were vekirin, lê heta niha jî bi ser neketiye.”

Li gorî fermandarê xanenişîn ê Lubnanî ji bo ku şer Lubnanê jî nequrpîne rêya herî baş bi misogeriya navdewletî bidawîkirina êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê ne.

Wê bi agirbestê hem Lubnanî hem jî Îsraîlê nefesê bistînin

Di dawiya analîzê de hatiye destnîşankirin, Hizbullah di navbera gotinên xwe yên îdeolojîk û rastiya heyî de asê maye û niha rûbirûyî xeteriya têkçûna îmaja xwe ya ‘tevgera dîrokî ya rizgariya Filîstînê’ ye.

Gog li qada civaka navdewletî ye

Lewma jî Hizbullah di nav dubendiyekê de ye û niha hesab kiriye ku biryara şerekî berfireh wê xizmeta rojeva wan a siyasî ya Lubnanê neke. Lê dîsa jî divê ev neyê piştguhkirin. Her tişt girêdayî şerê Xezeyê ye. Heger li nêzîk agirbestek pêk were, wê hem Lubnanî hem jî Îsraîlî nefesekê bistînin. Niha gog li qada civaka navdewletî ye.