image

PeyamaKurd - Werzişvanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Manî Fatihê di boksa Muay Thai de xelateke cîhanî bi dest xist.

Werzişvanê Kurd Manî Fatihî ku xelkê bajarê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê yê di pêşbirka werzişa “Muay Tai” a li welatê Taylandê hat lidarxistin de, di kêşa 75 kîloyî ya ciwanan de karî pileya 3yê bi dest xwe ve bîne û bibe xwediyê xelata “Bronz” a cîhanî.

Werzişvanê serkeftî yê Kurd “Manî Fetahî” yekem car e ku di pêşbirkeke cîhanî de beşdar dibe.

Hat diyarkirin ku pêşbirka Muay Thai li bajarê Bankog ê Taylandê di navbera rojên 14ê Sermawezê heta 20ê Sermawezê bi beşdariya kesên pispor di wî warê de, hatibû lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, werzişvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema alîkarînedana dezgehên pêwendîdar û guhnedana berpirsan neçarin xercê werzişkirina xwe dabîn bikin û piraniya caran rastî pirsgirêka daketina asta şiyana werzîşî tên.

Herwiha werzîşvanên Kurd gelek caran neçar dibin ku ji bo dabînkirina alav û hewcehiyên werzişê kolberîyê yan jî kedkariyê bikin û gelek caran jî neçar dimînin alav û hewcehiyên din bifroşin.