image

PeyamaKurd – Futbolîstê navdar ê Arjantînî Lionel Messî ji bo cara 7an hêjayî xelata Goga Zêrîn hat dîtin.

Kovara Sporê France Football ku ji sala 1956an ve xelata baştirîn lîstikvanê Futbolê yê Ewrûpayê belav dike, Lionel Messi hêjayî xelata Goga Zêrîn dît.

Merasîma ku sala 2020an ji ber vîrûsa koronayê hatibû paşxistin, doh 29ê Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê pêk hat di navbera 3 lîstikvanên tîmên Ewropayê de, ji bo xelatê hilbijartin hat kirin.

Hilbijartin di navbera futbolîstên bi navê; ji Paris Saint-Germain Lionel Messî, ji Bayern Mûnîh, Robert Lewandowskî û ji Chelsea jî Jorginho de hat kirin.

Di encama dengdanê de, Messî hêjayî xelatê hate dîtin ku ev cara 7emîne xelata Goga Zêrîn werdigire.

Herwiha lîstikvana futbolê ya jin ji tîma Barcelonayê Alexia Putellas jî hêjayê xelata baştirîn futbolîsta jin hate dîtin.