image

PeyamaKurd – UEFAyê biryarên ku piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê li hemberî spora Rûsyayê girtibû nû kir.

Hat ragihandin li gor biryarên nû yên UEFAyê, ji bo EURO 2028 û EURO 2032 Rûsya di tûrnûvayan de mazûvanî bike, wê nikaribe serîlêdanê bike. Serîlêdanê bike jî wê serîlêdana wan neyê pejirandin.

UEFAyê roja 28ê Reşemiya 2022yan biryar dabû ku tîmên Rûsyayê nikarin beşdarî organîzasyonên UEFAyê bibin. Niha biryarên din jî girtin.

Hat zanîn ku ji bilî serîlêdana tûrnûvayhen EURO 2028 û 2032yan biryarên din ev in:

- Di sala 2022-23yan de tîmên Rûsyayê nikarin di Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropa, Lîga Konferansê û Lîga Şampiyonan a Jinan a UEFAyê de cih bigirin.

- Sala bê di Lîga B a Nateneweyan a UEFAyê de, wê cih negirin. Di van koman de bikevi kîjan komê raste rast di rêza çaran de wê cih bigrin û jê bikevin.

- Tûrnûvaya Euro 2022 ya Jinan îsal di navbera 6-31ê Tîrmehê de li Îngilistanê li dar dikeve. Rûsya ku di Koma C de bû, wê nikaribe here tûrnûvayê. Ji dêvla wê, tîma Portekîzê ku li hemberî Rûsyayê têk çûbû wê here fînalê.

- Ji bo Tûrnûvaya U21 a Şampiyoniya Europayê jî heman biryar ji bo Rûsyayê derbas dibe.