image

PeyamaKurd – Di Festîvala Werzişê ya Dubai 7 ku yek ji mezintirîn festîvalên werzişê yên cîhanê û Rojhilata Navîn e Tîma Rugby ya Kurdistanê jî beşdar e.

Di Tîma Rugby ya Kurdistanê de ku ev demek e xebat û amadekariyên xwe birêve dibe, ji bilî lîstikvanên Kurd, hejmareke lîstikvanên biyanî jî cih digirin.

Armanca cihdayîna pêşbirkên Rugby di festîvala Dubai de, pêşxistina vî warê werzişê ye li herêmê û hewl tê dayîn girîngiyeke zêdetir bi Rugby bê dayîn.

Tîma Rugby ya Kurdistanê bi wê armancê beşdarî vê festîvalê dibe ku li Kurdistanê jî girîngî bi werzişa Rugby bê dayîn û bibe sedem ku ciwan zêdetir berê xwe bidin Rugbyê.

Lîstika Rugby di navbera du tîmên her yek ji wan 15 lîstikvan de û bi du xulên 40 xulekan tê lîstin û gog tenê pêşve tê avêtin ku lîstikeke taybet e di qada werzişê de.