
PeyamaKurd - Tîma futbolê ya Îspanî Villarreal di yariya fînalê ya şeva borî de li hember Manchester Unitedê bi ser ket û cara yekem bû şampiyonê Lîga Futbolê ya Ewropayê.
Di yariya şeva borî ku li Stadion Energa a bajarê Gdansk ê Polondayê hat kirin de, tîma Îspanî Villarreal û tîma Îngilîzî Mancehster United hatin pêşberî hev.
90 xulekên lîstîkê bi yeksanîyê bi dawî bû û di penaltiyan de tîma Villarreal li beramber 10 golan bi 11 golên penaltiyan bi ser ket û yekem car bû şampiyonê UEFA Europa League.
Villarreal di penaltiyan de bi golavêjî xwe yê Arjentînî Geronimo Rowley ev serkeftin tomar kir.